Kefareya rojîyê



1669 – Di kefareya betala rojîya meha Remezanê da, gerek bendekî azad bike, an bi fermana ku di meseleya paş de tê gotin, du meh bila rojîyê bigire an bila şêst hab feqîr têr bike, an bi her yek ji wan yek mod ku tê gotin, qasî sê ji çarê kîlo ye, xwarin yanî genim an ceh an nan û wek vana bide û herweha vana bo wê-wî mumkûn nebe, gerek qasa dikare sedeqe bide û eger ev jî mumkûn nebe bila istixfar bike. Û ihtiyata wacib ew e ku her dem bikaribe bila kefarê bide.

1670 – Kesekê ku bixwaze du meh kefareya meha Remezanê bigire, gerek mehek teman û yek rojê wê ji meha din piştî ser hev bigire û eger ewê mayî piştî ser hev jî nebe asteng tune.

 1671 – Kesekê ku dixwaze du meh kefareya rojîya Remezanê bigire, gerek di wextekî de dest pê bike ku di navbera yek meh da rojekî hebe ku wek îda qurban rojîya wê rojê heram e, nebe.

1672 – Kesekê ku gerek piştî ser hev rojîyê bigire, eger di navbera wê da bê sedem rojekî rojîyê negire, gerek rojîyê ji serî da dest pê bike.

1673 – Eger di navbera rojên ku gerek piştî ser hev rojîyê bigire sedemek bê hemd wek heyz, an nifas, an di rêwîtîya ku çûyîna wê-wî da mecbûr e, bona wê-wî were, paşê sedem ji navber rabe, wacib nîne rojîyê ji serî ve dest pê bike. Belkê ewê mayî piştî rabûna sedemê bila bi cîh bîne.

1674 – Eger bi tişta heram rojîya xwe betal bike, çi ew tişt ji xwe heram be wek şerab û zina, an bi sedemek heram be wek xwarina helala ku bona mirov zirara gelempêrî jê ra hebe û nêzîkê jina xwe be ku jinik di kinca (heyz) da be, ihtiyata musteheb ew e ku kefareye kom bide yanî bendekî azad bike, du meh rojî bigire û şêst hab feqîr têr bike, an bi her yekî ji wan modek genim, an ceh, an nan û wek vana bila bide. Û herweha hersê jê re mumkûn nebû, ji wan kîjan jê re mumkûn e bila bi cîh bîne.

1675 -             Heger rojîgir derewekî bi zanîn nisbet bide Xweda û Pêxember (s.), ihtiyata musteheb ew e ku kefareya kom ku di mesela borî da hat gotin, bila bide.

1676 – Eger rojîgir di yek rojeka meha Remezanê da çend car cima an istimna bike, kefareyek li ser ferz e. Lê ihtiyata musteheb ew e ku bona her car kefareyek bila bide.

1677 -             Eger rojîgir di yek rojeka meha Remezanê da xêncî cima û istimna tişteka ku rojîyê betal dike, bike, bona hemûyê wan bê asteng kefareyek bes e.

1678 – Eger rojîgir xêncî cimaê tişta ku rojîyê betal dike, bike û paşê jî bi helala (jina) xwe cima bike, bona herdu kefareyek bes e.



1 2 3 next