Ehkama tiştên ku rojîyê betal diki



1662 – Eger mirov bi zanîn û ji rûyê hemdî tiştekê ku rojîyê betal dike, bike, rojîya wê-wî betal dibe û herweha ji rûyê bi zanîn nebe, asteng tune. Lê cunub eger rakeve li gora ku di mesela 1639-ê da hat gotinê heya banga sibehê xusl neke, rojîya wê-wî betal e. Û herweha mirov nizani be ku hinek ji ewa ku hate gotin rojîyê betal dike yanî cahilê qasir (kesekê ku qe nikaribe bigihîje muctehid, mela, rîsale û wek van)  be û qe şik jî neke an ew ku paldayîna şer’îya wê-wî hebe, eger ew tiştê bike, rojîya wê-wî betal nabe, helbet xêncî xwarin, vexwarin û cimaê.

1663 – Eger rojîgir bi nezanîn yekî ji tiştên ku rojîyê betal dike, bike û bi gomana vê ku rojîya wê-wî betal bûye, dubare bi zanîn yekî ji wana bike, rojîya wê-wî batel dibe.

1664 – Eger tiştekî bi zorê qiraqa rojîgir birêjin, rojîya wê-wî betal nabe. Lê eger mecbûr bikin, meselen ji wê-wî ra bêjin: “Eger xwarinê nexwî, emê zirara malî an canî bidin te” û ew bona pêşya zirara ku bigije wê-wî bigire, tiştekî bixwe, rojîya betal dibe.

1665 – Rojîgir gerek neçe cîhê ku dizane tiştekî bi zorê dirêjin qiriqa wê-wî an mecbûr dikin ku rojîya xwe betal bike. Eger here û ji rûyê naçarî, bi xwe tiştekî bike ku rojîya wê-wî betal bibe, rojîya wê-wî betal dibe. Û eger bi zorê tiştekî qiriqa wê-wî jî birêjin, ji ber ihtiya lazim  rojîya wê-wî betal e.