Ehkama Heccê



 

2049- Eger mesrefa çûyîn û hatinê û mesrefa malbata kesekê di muddede da ku diçe Mekkê û tê, bidin wî û bêjin: "Here hecc"; lê nekin milkê wî, di sûretê da ku ewletî jê ra hebe ku ji wî nagirin, hecc li ser wî ferz dibe.

 

2050- Eger miqdarek mal ku bona heccê bes e bidin kesekê û ji wî ra şert bikin ku di rêya Mekkê da mal bide û xizmetê bike, hecc jê re ferz nîne.

 

2051- Eger miqdarek mal bidin kesek ku hecc li ser wî ferz bibe, herweha hecca xwe bike, her çend paşê bi xwe mal qezenc bike, îdî li ser wî hecc ferz nîne.

 

2052- Eger bona ticaret meselen heya Cidde biçe û malek bikeve destê wî ku eger bixwaze ji wêderê vegere Mekkê û mustetî bibe, gerek hecca xwe bike di sûretê da ku heccê bi cîh bîne, eger paşê malekî peyda bike ku bikaribe ji  welatê xwe here Mekkê, îdî hecc li ser wî ferz nîne.

 

2053- Eger mirov bibe ecîr (li dêl kesî here heccê, an rojî bigire û nimêjê bike) bi xwe da ji alîyê kesî din heccê bike, herweha bi xwe nikaribe biçe û bixwaze kesekê din li dêl xwe bişîne, gerek ji kesekê ku ewî ecîr girtîbû jê iznê bistîne.



back 1 2 3 4 next