Ehkama Heccê



2044 – Hecc: Zîyaretkirina Mal a Xwedê ye û pêkanîna kiryara ne ku ferman dane ku li wêderê gerek bi cîh bila bên.  Di temamê temena xwe da li ser kesekê ku ev şertan pêk bê, çûyîna ew kes bona carek ferz dibe:

1- Balix be.

2- Baqil û azad be.

3- Bi vesîla çûyîna heccê bila mecbûr nebe ku tişta heramê ku ne kirina wê (ji çûyîna) heccê girîngtir e, bike, an emelekî ferzê ku ji hecc girîngtir be, terk bike.

4- Mustetî be.

Mustetîbûn bi çend tişt e:

a-      Xwarina rêya xwe û herweha tişta ewê lê siwar be – di sûretê da bi wan hewce be – an malekî ku bikaribe bi wî malî temîn bike, pê ra hebe.

b-     Tenduristî û xurtî pê ra hebe ku bê dijwarî bila bikaribe biçe Mekkê û hecca xwe bi cîh bîne.

c-      Di rê da astengekî bila tune be û eger rê girtî be, an mirov bitirse ku di rê da can, namûs  an malê xwe ji dest bide, hecc jê re ferz nîne. Lêbelê eger di rêyekî din da bikaribe biçe, eger dûrtir be jî, gerek di wê rê da biçe. Heke ew rê ew qas dûrtir be û normal nebe ku îdî bêjin rêya heccê girtîye.

d-     Qasa bi cîhanîna kiryarên heccê bila wext jê re hebe.



1 2 3 4 next