9-Verişandin



1655 – Her dem rojîgir bi zanîn verişe, eger çi bi sedema nexweşî û wek wê mecbûr be, rojîya wê-wî betal dibe. Lê eger bi nezanîn an bê hemdê xwe verişe, jê re asteng tune.

1656 – Eger bi şev tiştekî bixwe ku dizane bi sedema xwarina wê, bi roj bê hemdê xwe vedireşe, ihtiyata musteheb ew e ku rojîya wê rojê bila qeza bike.

1657 – Eger rojîgir bikaribe xwe ji verşandinê biparêze, herweha ku bona wê-wî zirar û dijwarîyek tune be, çêtir ew e ku xwe biparêze.

1658 – Eger mêş here qiriqa rojîgir, herweha miqtarek biçe xarê ku ji birina wê xarê ra xwarin neyê gotin lazim nîne ewê derêxe derva û rojîya wê-wî jî durist e. Lê eger bi vî miqtarî neçe xarê gerek wê ji qiriqê derêxe derva, her çend ku ev kar bi verişandin be jî – meger di sûretê da be ku verişandin jê re zirar û dijwarîyek zêde hebe – û herweha wê neverşîne û daqulîne rojîya wê-wî betal dibe.

1659 – Eger bi nezanîn tiştekî daqulîne û berya gehîştina mîde were bîra wê-wî ku bi rojî ye, lazim nake wê derêxe derva û rojîya wê-wî jî rast e.  

1660 – Eger yeqîn bike ku bi sedema qirpikê, tiştekî ji qiriqa were derva, ji ber ihtiyat gerek bi zanîn nehêle qirpik bê. Lê eger yeqîn neke, asteng tune.

1661 – Eger qirpika bike û tiştek were qiriq an devê wê-wî, gerek wê tiştê ji devê xwe derêxe û eger bê hemd here xarê, rojîya wê-wî durist e.