6-Daxistina serê xwe nav avê



1618 – Eger rojîgir bi zanîn hemû serê xwe daxê nav avê, eger çi laşê wê-wîya mayî di nav avê da nebe, ji ber gotina meşhûr rojîya wê-wî betal dibe. Lê dûr nîne ku ev kar rojîyê betal neke. Eger çi keraheta şedîd heye û mirov bikarêbe riayeta ihtiyatê bike çêtir e.

1619 – Eger nîvê serê xwe carek û nîvê mayî jî carekî din daxe nav avê ji rojîyê ra tu astengekî tune.

1620 – Eger serê xwe tev bixe nav avê eger çi miqdarek porê wê-wî li derva mabe hema ew hukma ku di mesela 1618-ê ha hate gotin, heye.

1621 – Daxistina ser ji xêncî avê, ji tiştên ku ran e wek şîr, ji rojîyê ra tu zirarek tune. Û herweha ye daxistina ser nav ava muzaf (ava muzaf-mudaf ji ava şêlû, tirî, zebeş û yên din ra tê gotin).

1622 – Eger rojîgir bê hemdê xwe bikeve nav avê û av hemû serê wê-wî jî bigire an bîr bike ku bi rojîye  serê xwe daxe nav avê, ji rojîya wê-wî ra tu astengek tune.

1623 – Eger bi gomana ku serê wê-wî nakeve nav avê û xwe bavêje nav avê û serê wê-wî tev bikeve nav avê, ji rojîya wê-wî ra tu astengek tune.

1624 – Eger bîr bike ku bi rojî ye û serê xwe daxe nav avê, herweha di nav avê da were bîra wê-wî ku bi rojî ye, çêtir ew e ku bi lez serê xwe ji nav avê derêxe, lê eger dernexe rojîya wê-wî betal nabe.

1625 – Eger kesekê dî bi zorê serê wê-wî daxe nav avê, tu astengek ji rojîya wê-wî ra tune. Lê herweha di halê ku nav avê da ye, ew kes dest jê ber, çêtir ew e ku zû serê xwe ji nav avê derêxe.

1626 – Eger rojîgir bi nîyeta xuslê serê xwe daxe nav avê, rojî û xusla wê-wî hwe du jî durist e.

1627 – Eger bona ew ku kesekê ji xeniqandin xilas bike, serê xwe daxe nav avê, eger çi xilaskirina wê-wî ferz be, ihtiyata musteheb ew e ku rojîyê bila qeza bike.       



1 next