3-Istimna (mastirbasyon)



1597 – Eger rojîgir istimna bike, rojîya wê-wî betal dibe.

1598 – Eger bê hemd ji mirov menî were, rojî betal nabe.

1599 – Her gav rojîgir bizani be ku eger bi roj razê ewê muhtelim (di xew da cunûb  bibe) dibe, caiz e rakeve. Her çend bi sedema raneketin nekeve zihmetê û eger muhtelim bibe, rojî betal nabe.

1600 – Eger rojîgir gava ku jê menî tê ji xew rabe, wacib nîne pêşya hatina menîyê bigire.

1601 – Rojîgirê ku muhtelim bûye, dikare mîza xwe bike. Eger çi bizani be bi sedema mîzkirin menîya ku maye ji mecra (cîhê ku mîz jê derdikeve) derdikeve.

1602 – Rojîgirê ku muhtelim bûye, eger bizani be di mecraê da menî maye û di sûretê da ku berya xuslê mîz neke, paş xuslê jê menî tê, ihtiyata musteheb ew e ku berya xuslê mîz bike.

1603 – Kesekê ku bi sedema anîna menî ji xwe, bi xwe ra bilîze û haneka bike, eger çi jê menî neyê, gerek ji ber ihtiyata lazim rojîya xwe temam bike û qeza wê jî bigire.

1604 – Eger rojîgir bê qesda anîna menî ji xwe, meselen bi jina xwe ra bilîze û haneka bike, herwusa mutmein e ku ji wî menî nayê, eger jê menî jî were rojîya wî durist e.