1-Xwarin û vexwarin



1582 – Eger rojîgir bizani be ku bi rojî ye, bi zanîn tiştî bixwe an vebixwe, rojîya betal dibe; çi xwarin û vexwarin ji tiştên normal bin wek nan û av, çi ji tiştên normal nebin wek xwelî û şîreya daran. Çi kêm be çi zêde, heya eger firça diranê (an tiştên dî) ji devê xwe derêxe û paşê dîsa bike devê xwe û şilahîya wê daqulîne, rojîya wê-wî betal dibe, meger ew şilahîya firçê di nav tûkê da wusa belav bibe ku îdî mirov nikaribe jê re bêje şilahîyeke din e.

1583 – Eger dema mijûlê xwarinê be û fam bike ku bûye sibe, gerek loqmê ji devê xwe derêxe û herwusa bi zanîn loqmê daqulîne, rojîya wê-wî betal e. Û li gora destûra ku paşê bê gotin, li ser wê-wî kefare jî ferz dibe. 

1584 – Eger rojîgir nizanibe (an bîr bike) tiştekî bixwe an vebixwe, rojîya wê-wî betal nabe.

1585 – Derzîya ku cîhê bê his dike an ji bo tiştek dî bêt karandin, bona rojîgir astengekî tune. Lê baştir ew e ku ji karandina derzîya ku cîhê derman û vîtamîn jê istiafade dibe, mirov xwe jê biparêze.

1586 – Eger rojîgir tişta ku di navbera diranê wê-wî da dimîne, bi zanîn daqulîne, rojîya betal dibe.

1587 – Kesekê dixwaze rojîyê bigire, lazim nake berya banga sibehê diranên xwe firçe bike. Lêbelê eger bizane xwarina ku di navbera diranên wê-wî da maye, di nava rojê da daqulîne, gerek diranên xwe firçe bike.

1588 – Daqulîna tûka devê xwe, eger çi bi sedema xiyalkirina turşî an wek wê be û di dev da kom bibe jî, rojîyê betal nake.

1589 – Daqulandina belxema ser û sing, da bi valahîya dev negihîje jê re astengek tune. Lê eger bigihîje valahîya dev, ihtiyata wacib (ferz) ew e ku nequltîne.

1590 – Eger rojîgir ewqas tî bibe ku bitirse ji tîbûnê bimire an ji wê-wî ra zirarek hebe an jî bikve nav dijwarîyê ku nikaribe tehemmul bike, dikare ewqasa ku tirsa wê-wî ji van tiştan berteref be, av vebixwe. Lêbelê rojîya betal dibe û eger meha Remezanê bû, gerek ji ber ihtîyata lazim ji (wê heddî) zêdetir venebixwe. Û di mayîna rojê da jî xwe ji tiştên ku rojî betal dike, biparêze.

1591 – Cûtina xwarinê bona zarok an teyr û tamkirina xwarinê û wek van tişta ku di normalê da nagihîje qirikê, eger caran bê hemdê xwe gehîşt qirikê, rojîyê betal nake. Lê eger mirov ji serê da bizanbe ku digihîje qirikê, rojîya wê-wî betal dibe û gerek qezaya wê bigire û kefara wê jî li ser wê-wî ferz dibe.



1 next