ŞER - CENG



- Şer

. Imam Alî (a.s): Hene ew şerên ku feyda wî ji pêk hatinê pirtir.

. Imam Alî (a.s): Ixtîlaf û rêkneketin sebebê şer e.

. Imam Alî (a.s): Rikeberanî sebebê çêbûna şer e.

. Imam Huseyn (a.s): Şîyar bin! Bela şer, bi lez e û dilçûna wê bê merês û bi nefret. Heçî kesê xwe jê re hazir bike û lazimîyên wê pêk bîne û pêşya destpêkirina wê da bedena xwe bi birînên wê neêşîne, vêca ewî ew birîye û kesê pêşya hatina zemanê wê û bê dîtin û bi heshana lazim lezê bike, musteheqê wê ye ku feydeyekî negihîne leşkerê xwe jî bavêje helaketê.

- Xafilkirina Dijmin

. Imam Alî (a.s): Heyhê! Bi rastî min şev û roj û xef û eşkere hûn gazî kirin ji bo şerê digel vî qewmî û min ji we re got şerê wan bikin pêşya ew digel we bikevin şer, vêca sond bi Xweda! Di nav mala kesî da şer digel wan nahatîye kirin ku zelîl nebubin.

- Peşya Despêkirina Şer Tiştên Lazim

. Pêxember (s.a.a): Digel xelkê bikevin rê û firsetê bidin wan û pêşya ku hûn gazî wan bikin bi alîyê heqîyê êrişî wan nekin, lewra hûn eger ehlê erdê ji bajarvanîya bigire heta ehlê kona musulman bînin bal min, ew li min xweştir tê ji wê çendê ku hûn jin û zarokên wan bînin bal min û ewa jî bikujin.

. Imam Alî (a.s): Li Seffînê got:Vêca ez bi Xweda kim! Min rojekî şer paş ne xistîye xêncî ber wî qasî ku ez berhêvî bim komek ji wan xwe bi gîhnin min û bi saya min hîdayet bibin û li ber ronahîya min bikevin rihetîyê û eva he li ba min xweştir e ji wê yekê ku ez wa bikujim di halê ku ew ji rê derketîn e.



1 2 3 next