NIMEJ(1)



NIMÊJ (1)

Nimêj

«Hay ji nimêjan hebin û nimêja navî û ji bo Xudê rabin li halê ku hûn xwe jêra zelîl bikin». Beqere / 238.

«Dema hewe nimêj kir, vêca hûn zikrê Xudê bikin ser pîyan û rûniştî û li ser teniştên xwe, dema hûn rihet bûn; nimêj bikin birastî nimêj li ser bawerdaran hatîye nivîsîn li wextên kifşe da». Nisa / 103.

«Ey Xuda! Min bike ji nimêjkera û ji nesla min jî; ey Xuda! du’ayê min qebûl bike».Ibrahîm / 40.

Pêxember (s.e.a): Ji her tiştekî ra rûyek heye, rûyê dînê hewe jî nimêj e.

Pêxember (s.e.a): Xudê Te’ala xweşîya min di nimêjê da danîye û nimêj bi min daye hez kirin, çewa ku xwarin bi mirovê birçî daye hezkirin û av bi mirovê têhnî, mirovê birçî dema xwarinê bixwê têr dibê û yê têhnî dema avê vexwê têrav dibê, lêbelê ez ji nimêjê têr nabim.

Imam ‘Elî (‘e.s): Nimêj rehmetê nazil dikê.

Imam ‘Elî (‘e.s): Pêxember (s.e.a) ne şîv û ne xêncî wê ser nimêjê ra nagirta û dema wextê wê dihata ewî ehlê malê û dostê xwe nas nakira.

Imam ‘Elî (‘e.s): Nimêj nêzîkîya xudan teqwa ye.

Imam Baqir (s): Nimêj sitûna dîn e, mesela wî wek mesela sitûna çadirê ye, dema sitûn qewî bê, sing û kapik jî qewî dibin; ema eger sitûn xwehr bê û bişkê, ne singek li ser cihê xwe dimînê û ne jî kapik.

Imam Sadiq (‘e.s): Bihêztirê ‘emelan bal Xudê nimêj e û ew (nimêj) axirîn wesîyeta pêxembera ye.



1 2 3 4 5 6 7 8 9 10 11 12 13 14 15 16 next