Destpêk



Destpêka peydabûna şî’e ku bona cara ewil bi şî’eya Elî (a.) “Imam û Rêberê ewilê Ehlê Beytê” bi nav bûn, di wê dema ku Hz. Muhemmed (s.) dijîyan, gerek zanî û cereyana pêşbira daweta Islamî di 23 sala bêsetê da, sebebên gelek pir hebûn ku peydabûna wek vê civatekî di navbera sehabiyên Pêxember (s.) lazim dikir. [1]

a)      Hz. Muhemmed (s.) di ewilîn rojên bêsetê da ku bi ness û Qur’an berpirsiyar bû ku mirovên nêzîktirê xwe bi ola Islamê dawet bike. [2] Resûlê Xweda jî bi ronahî diyar kirin ku her yek ji we bi daxwaza min bersiv da wezîr, dewsok û wesîyyê min e. Elî (a.) ji berya hemû diyar kir ku  daweta Hz. Pêxember (s.) dipejirîne û Resûlê Xudê jî îmana wî pejirand û wadên xwe [3] bi cîh anî. Ev kar tiştek ne mumkin e ku rêberê qiyam û serhildanek di roja ewila qiyama xwe da yekî ji alîkarên xwe bi wezîrî û dewsokî bona biyanîyan bide nasandin lê bi heval û hogirên xwe ku ji serî heya binî ve fedakar bin nede nasandin yan tenê wî bi meqama wezîrî û dewsokî nas bike bide nasandin lêbelê di hemû dewra jîyan û daweta xwe da wî ji wezîfa wezîrî dûr bihêle û giram û hurmeta meqama wî nebîne û tu ferqî di navbera wî û yên din da nehêle.

b)      Hz. Muhemmed (s.) di çendîn riwayetên mutewatir da (ku Ehlê Sunnet û Şî’e riwayet kirine) bi diyarî kerem kirine ku: “Elî,[4] di gotin û kiryarên xwe da ji xelet û gunehan dûr e, her gotinekî bêje û her karekî bike eynî wek daweta dînî ye. Û bi me’arif û şerîetên Islam zanatirîn[5] mirova ye.”

c)      Elî (a.) xizmetên giranbiha pêk anîye û fedakarîyên ku mirov pê şaş dibe, kirîye; wek raketin di cîhê Hz. Muhemmed (s.) da, di şeva koçîyê da [6] û serketîyên ku di şerên Bedr, Uhûd, Xendek û Xeyber bi destê wî pêk ve hatibû ku eger ew di vê bûyeran da nebûya, Islam û misilmanan bi destê dijminanê heq qir dibûn. [7]

d)      Bûyera Xedîra Xom ku Pêxemberê Ekrem (s.) li wêderê Elî (a.) bi welayeta gelempêrîya mirova hêlbijart û da nasandinê.[8]

Diyar e ku ferq û fezîletên taybetîyên din weha ku cîhê hevalbendîya hemûya bû [9] û hezkirina zêdeya ku Hz. Muhemmed (s.) ji Elî (a.) ra bû [10], ji xwe hihek ji sehabiyên Pêxember (s.) ku aşiqê fezîlet û heqîqet bûn, hêvîdar bûn ku Elî (a.) hez bikin, li dora wî bicivin û ji wî peyrewî bikin; wusa ku dibû sebeba dexesî û rikgirtinê ji Imam Elî (a.).

Herweha navê Şî’eya Elî û Şî’eya Ehlê Beytê di gotinên Hz. Muhemmed (s.) da gelek pir dihat dîtinê. [11]                       


[1] Ewilîn navê ku di dema Resûlê Xwedê da hat dîtinê, “Şî’e” bû ku Selmanê Farsî, Ebuzer, Miqdad û Emmar bi vî navî navdar bûn (Hadir ul-Alem il-Islamî, c.1, r.188).

[2]( و انذر عشيرتك الاقربين) Sûreta Şu’era ayet 214.

[3] Di bin vê hedîsê da, Elî (a.) kerem dike: “ Ez, ji hemû piçûktir bûm ku min pêşkêş kir: Ez dibim wezîrê te. Pêxember (s.) destê xwe Avêt sitûyê min û kerem kir: “Ev kes bira, wesîyy û dewsokê min e, pêwîstî ji wî itaet bikin.” Şênî dikenîyan û ji Ebû Talib ra digotin: “Ji te ra emr kir ku tu ji kurê xwe itaet bikî.” (Dîroka Teberî, c.2, r.321. Dîroka Ebû Fida, c.1, r.116. el-Bîdayetu we en-Nîhaye, c.3, r.39. Xayet ul-Meram, r.320)



1 next