Rêbaza lêkolîn û sabit kirinêDeprecated: Function eregi_replace() is deprecated in /home/kurealshia/public_html/page.php on line 99 Deprecated: Function split() is deprecated in /home/kurealshia/public_html/page.php on line 103 Zanayên mekteba Ehlê Beytê (a.) rêbazek hene kubo lêkolîn û sabit kirina sunneta paka Pêxember (s.) ku ji alê Ehlê Beytê ve hatiye danîn û esl û esasên wê rêbazê hatine kifş kirin û ronahî kirin. Û di rûpelên borîyê da me hinek riwayetên di bara wa da anîn û anegora wan çi sunnetên (gotin û kiryar û teqrîra Pêxember) ku ji ew li ve (bê li nezer girtina esasa) cîhê bawerî û selmandina wan bbit nînin. Belkê ewil bi çavê şikê berê xwe didinê û paşê dest pê lêkolîn û tehqîqa riwayetê, dikin. Û lê digerhên kanê hatîye gotin an ne. Û ew tek tekê riwayeta digirin û lêkolîn li ser dikin. Û lêkolîn vêca eger duristîya wê sabit be qirar pê didin û bo dest ve anîna hukmên şerîetê û qanûn û qiraran itimadê didin ser û xwe pê digirin. Eger ne duristîya wê kifş be, davêjin û xwe pê nagirin. Û ev e rêka wan. Vê gorekê alimên mekteba Ehlê Beyt (a.) “imamîye” çi yek ji kitêbên hedîsê hemûya pêk ve (bêlêkolîn) qebûl nakin û her kitêbekî qabilê lê şikênandin û lêkolîn û temîz kirinê dizanin. Mesela, hinek ji kitêbên bi nav yên hedîsên ku riwayetên Ehlê Beytê di wa da kom bûne, pirtûkên jêrî ne: 1- “el-Kafî” ya Muhemmed Ibnê Yeqûbê Koleynî. 2- “el-Istibsar” Şêxê Tûsî. 3- “Men La Yehdûr ul-Feqîh” Şêxê Sedûq. 4- “Wesail uş-Şî’e” Şêx Hurrê A’milî. Vêca hindîk e alimên mekteba Beytê ne “imamîye” û ewên li ser rêka wan di şerîet û qanûn danîn û zanînî Islamî da yek yekê hedîsên di va kitêba da hatin, digirin û lê dikolin û gelek ji wa hedîsa (ku di kitêba da hatin) piştî ku dikin terazûya xwe ya lêkolîn û behsa ilmî da qebûl nakin û davêjin. Çawa ku berê xwe didin va kitêba her wusa berê xwe didin kitêbên din jî wek Sehîha Muslim, Sunena Ebî Dawûd, Kenz ul-Ummal û xêncî wan ji kitêbên hedîs û riwayeta. Û ewa jî eynî pê wê mîzan û kêşeka xwe ya ilmî dikişînin û bi wê rêkê ve diçin wa jî. Alim û zanayên hedîsê bi du rêka ve di bareyê riwayetê da lêkolîn diki: a- Lêkolîna senedî: Mexsed ji senedê ew zincîr e, kes in ku hedîs riwayet kirin, alima pê zehmetekî zêde seneda riwayet û hedîsê lêkolîn dikin û pê dikevin ku rastbêjîya rawî ronahî bikin û bo vê meselê ji esl û esasên “ilmê rical – mirov nasî” ku behsa rawîya dikit û ewa didit nasandin, behrê werdigrin bo wê çendê ku rastbêjî an ne rastbêjîya wan kifş û eşkere bibit. Û lê nanêrin ev rawî ji çi mezhebê ye, belkê eger bibînin ev rawî (cîhê bawerî û rastbêj e – siqe û sedûq) riwayeta wî qebûl dikin û eger bibînin ku ne mirovek temîz û pak e û ne cîhê bawerîyê ye û ne rastî jê hatibit dîtin, riwayeta wî davêjin û pê wê emel nakin. b- Lêkolîna metna hedîsê: Mexsed ji metnê, nesa hedîsê ye. Vêca ew, kelîmên metn û wateya wê lêkolîn dikin, da ku bizanin ewa ev hedîs dibêjit ne muxalifê Qur’anê û hedîsa qet’î ye... Naxwe dema rastîya senedê û rastîya metnê derket holê û kifş be ewê riwayetê qebûl dikin. Weger ne, davêjin. Û bo wan ne girîng e ku di kîjan yek ji pirtûkên hedîsê da hatîye nivîsîn.
|