Binyat û Esasên Fam Kirina Qur’an û TefsîrêDeprecated: Function eregi_replace() is deprecated in /home/kurealshia/public_html/page.php on line 99 Deprecated: Function split() is deprecated in /home/kurealshia/public_html/page.php on line 103 Ehlê beytê çawa sabit kirine kitêba Xudê Qur’an bo her û her e û ne hatîye tevdan û tehrîf kirin û bi rêka wî ve qanûna Xudê ya her û her parastî ma ye û ew Qur’an e serkanîya şerîetê û ew e pîkvek û hakim bo rastîya hedîs û riwayeta. Û ew e delîl bo nîşandana rastî û xeletê... Ji Pêxember (s.) hatîye riwayet kirin ku emr kir: " اذا جائكم عنّى حديث فأعرضوه على كتاب الله فما وافقه فاقبلوه وما خالفه فاضربوا به عرض الحائط " Dema hedîsek ji min giha hewe, ewê bidin ber Qur’anê vêca ewa digel Qur’anê rêk bikevit û muwafiq bit, bigirin. Û ewa rêk nekevit û muxalif bit, li dîwarê bidin (bavêjin û negirin).[1] Piştî cîhbûna vê û avitêna gotinên ne durist û batil, em digihên vê desthatê ku kanê rêka eslî ya Islamê bo fam kirina Qur’anê û reftara digel deqê wê (serîhê wê) gerek e çawa bit. Û ev rêk bo musilmana ronahî dibit û berokê ehlê ilm û zanînê ronahî dikit. Çiku mesela fam kirina Qur’anê û tefsîr û tewîla wê meseleyekî gelek girîng e. Çiku silametîya fikrîya Islamê û duristîya eqîde û bawerîya û şerîetê û zanîn û têgehiştinên Islamî bi wê ve girêdayî ye. Çiku hemû xelet û qisûr û teqsîr di fêma Qur’anê da û bi dest ve anîna gehniyên şerîet û bawerîyê û zanîna hukm û qanûnên komelayetî û sîyasî û aborî û terbîyetî û qezaî û... da dibit sebebê xeletê û ji hev cûdabûna musilmana û ji dest dana esaleta Islamî. Di navbera tefsîr û tewîla da beyan bikin: Hindik e “tefsîr” e li bal ehlê lûxet. Yanî, (kifş kirin û beyan kirina wateya lefz û bêje) ye [2] û lêbelê “tewîl” ew e ku yek ji du wateyên digel zahirî kelîmê rêk dikevit, bêt girtin û qebûl kirin [3] û ya dî bêt avêtin. Ehmed Riza di terîfa “tefsîr” ê da wiha dibêjit: Kelîma tefsîr ji" فسر" yê hatîye girtin û di eslî xwe da "السفر" bûye. Bi wateya kifş û eşkere ye. Dema bibit sibeh û şeveq bavêjit, ereb dibêjin "اسفر الصبح" û dema ji rûyê xwe vekin û kifş bikin, dibêjin "اسفر المراه" ...an jî ji "سفر يسفر سفرا" wek "ضرب يضرب" yê hatîye girtin, "السفر" dîsa bi wateya kifş kirin û zahir kirine, têt gotin: "الفسرت الشيئ" dema beyan bikit. [4]
|