Qur’an di Riwayetên Ehlê Beytê da



   Kesê pê riwayet hedîs Ehlê Beytê (a.) bikevêt û jîyana wan bixûnit û girêdana wan bi Qur’anê ve bibînit, wê bizanit ku Qur’an li bal Ehlê Beytê ji hemû tiştê girîngtir hatîye girtin. Ewa berê dost û tabiên xwe û feqihên xwe û hemû misilmana daye Qur’anê û ev tişt di rik û gotin û kiryar û şîretên wa ra bi başî, diyar e û têt dîtin.

   Imam Ce’fer Sadiq (a.) ji bapîrê xwe Pêxemberê Xudê (s.) riwayet dikit ku got: “Ey gelî mirovno! Bizanin hûn di malekî sistbinyat da ne. Û hûn li ser seferê ne. Û bi lez û bez diçin. Û hûn dibînin şev û roja û tav û heyv hemû niya (tiştên nû) kevin, dikin û tiştên dûr, nêzîk dikin. Wad û qirar pêk tînin. Naxwe bo vê sefera dûr û dirêj, rizqê seferê digel xwe rakin.”

   Îjar Miqdadê Eswedî rabû û got: “Ya Resûlullah! Darulhudne çîye?” Pêxember (s.) fermû: “ Mala rizqhilgirtin û bar kirinê ye. Naxwe dema fitne, gîr û girifta wek şeva tarî ser hewe dagirt, xwe bi Qur’anê bigrin. Çiku bi rastî ew şeva itkerekî meqbûl e bo navçitîyê (şefaetê) hatîye pejirandin. Herkes ewê bidit pêşya xwe, wê ewî bikişînit û rûrast bikit bo alê behiştê. Û kesê ewê paş xwe ve bihêlit, wê ewî bavêjit bo alê agir. Ew rênas e û rê ya ji hemûyan baştir nîşan didit. Û kitêbek e ku ronahî û kifşkirin û dest ve anîna heqîqet û rastî ya têda heye. Û ew bira ye û ne leyiztok e. Zahirek heye û batinek. Zahirê wê hemû hikmet e û batinê wê ilm û zanîn. Zahirê wê sipehî û xweş e û batinê wê kûr û pir mane ye. Ewê sitêrk hene û ser sitêrkên wê ra jî dîsa sitêrk hene, (hîdayeta wê bêdûmahîk e û hemû pêk ve hîdayet e) û ecêbên wê nayên jimartin û xeraibên wê (gotinên wê yên kesî ji cîhek dî nizanîye). Xilasîyek jê ra tunehin û hemû eşkere nabin. Çirayên hîdayetê û ronahî ya hikmetê têda ne. Û ew delîla têgehiştin û zanînê ye. Bo wî kesê ku ewê bi duristî nas bikit. Naxwe divê bi fikr û çavê besîretê berê xwe bidiyê û bigihê heqîqeta nasîna wê, heya ji helak û rebenî û xwelîserî û gîr û girift û tengavî ya xilas bibit. Çiku fikrkirin jîyana mirovê bîna ye û herweku nûrihê ye ku mirov dikarit pê wê di cîhê tarî û zulmatê da biçit. Naxwe gerek e hûn baş xwe xilas bikîn û ber hêvî û intizarê kêm bikin.” [1]   

   Û ji Imam Sadiq (a.) riwayet hatîye kirin ku: “Kesê Qur’anê ji ber bikit- biparizêt û pê emel bikit, hevalê pêxemberên mezin û qenc e.” [2]

   Ji Imam Elî Ibnê Huseyn (a.) riwayet hatîye kirin ku Pêxember (s.) fermû: “Kesê ku Xudê Qur’an dayê (ew hîn bikit Qur’anê). Îjar goman bikit tiştekî baştir gihaye kesek dîtir, bi rastî ewî tişta mezin, piçûk kirîye û piçûk, mezin kirîye.” [3]

   Imam Sadiq (a.) gotîye: “Heq ew e kesê xweyê îman hêj nemirî elimîbit Qur’anê an di rêka ilmîna wê da bit.” [4]

   Û dîsa Imam Sadiq (a.) dibêjit: “Qur’an ehdnama Xudê ye digel bendên xwe. Û layiq e kesê misilman berê xwe bidit ehdnama xwe û her roj pênceh ayeta ji bixûnit.” [5]  

   Û Imam Sadiq (a.) dîsa dibêjit: “Sê tişt şikayeta xwe dibin bal Xudê:

1- Mizgefta ne ava ku ehlê wê têda nimêj nakin.

2- Alimê di nav cahila da.



1 2 next